23 Gulan 2016•Rojanekirin: 24 Gulan 2016
ATÎNA
Ji sibê şûnda dest pê dikin û kampa penaberan a Îdomeniyê ya li ser sînorê Yewnanistînê yê Makedonyayê vala dikin.
Li gorî agahiya der barê mijarê da ya ku ji meqamên yûnan hat wergirtin, armanca hikûmetê ew e ku di nava çend rojan da kampê vala bike û penaberan bişîne kampên din ên li bakurê welêt.
Rayedaran daxuyandin ku di wextê tehliyeyê da peywirdar dê muraceatê tundî û zorê nekin.
Penaberên li kampê jî destnîşan kirin ku der barê mijarê da agahî dane wan.
Li kampa Îdomeniyê nêzîkî 9 hezar penaberî, piştî ku welatên Balkan sînorên xwe girtin, ev qedera 3 mehan e ku di nava şertên dijwar da li ber xwe didin.