Önder Beyter
15 Hezîran 2020•Rojanekirin: 16 Hezîran 2020
Di daxuyaniya Hêzên Asîmanî yên Amerîkayê li Baregeha Lakenheathê da hat destnîşankirin ku balafireke şer F-15C bi dema herêmê di saet 09.40î da li Behra Bakur ket.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, balafira ji Baregeha Lakenkeathê firê ket, di dema qezayê da peywireke rûtîn a perwerdeyê bi cih dianî.
Di daxuyaniyê da herwisa hat diyarkirin ku ligel rewşa pîlot, sedema qezayê jî hê nayê zanîn û hat gotin ku ji ekîbên lêgerîn û xilaskirinê yên Îngiliz alîkarî hat xwestin.