03 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2017
ANKARA
David Hempleman-Adamsê maceraperestê ji Îngilistanê ku bi keştiya xwe li Qutba Bakur derket gerê, destnîşan kir ku cemedên ku dihelin wê talûkeyeke mezin çêkin.
Li gor nûçeya BBCyê David Hempleman-Adamsê 60 salî ku di navbera Sibirya, Alaska û Gronlandê da 25 hezar kîlomêtro derket rêwîtiyê diyar kir ku talûkeya cemedên ku dihelin zêde ye.
David Hempleman-Adamsê ku ji Brîstola Îngilistanê derket rê rêwitiya xwe ya ku wê 3 sal biajota ji ber ku cemed dihelin di 4 meh û rojekê da temam kir.
Hempleman-Adams destnîşan kir ku cemed dihelin û ava behran zêde dibe û got ku divê li hember vê talûkeyê tevdîr bên hildan.
Hempleman-Adams diyar kir ku li bakurê Sibiryayê hinek bûz ditîne ji wê şûnda qasî 2 hezar û 900 kîlometreyî bûz nedîtine û wiha got: "Em gişk xwe li nezaniyê diavêjin. Me bi tenê pirsgirêkan dewr dikin ku nivşên teze wan çareser bikin."
Hempleman-Adams diyar kir ku li qutban jiholêrabûna bûzê tesîreke wisa dike ku li Brezilyayê daristanên şiliyê piçûk dibin û wiha axivî: "Ev rewşa xebera destpêka felaketê ye."
Hempleman-Adams got felaketa ku li qutban diqewime dibe sedema "germbûna kurewî" û wiha pê da çû: "Eva rewşa ew ê teqez tesîrê li ser em ên ku li başûr dijîn jî bike."
Hempleman-Adams wek kesê ku cara ewil gihîştiye xala manyetîk a qutban tê zanîn. Maceraperestê îngilîz di nav çiyagerên ku li 7 parzemînan hilpasî 7 lutkeyan bûne da ye.