Türkan Tosun
14 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2019
PARÎS
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron daxuyand ji bo pirsgirêkên ji ber xwepêşanên êlegzeran derketine holê bên çareserkirin li giştiyê welêt muzakere wê bên kirin.
Macron der barê xwepêşanên êlegzeran û bûyerên tundiyê da nameyeke eşkere ji Fransiyan ra nivîsand.
Macron got hin welatî ji ber bacên zêde, xizmetên kamuyê yên têrê nakin, mehaneyên kêm û rewşa jiyanê ya nebaş aciz in û haya wî ji van tiştan heye, lê bi tenê li Fransayê na, li Ewropayê jî însan bifikar in.
Serokomar Macron anî ziman divê pirsgirêk bên çareserkirin, lê divê ev bê tundî be.
Macron daxuyand ji bo pirsgirêkên ji ber xwepêşanên êlegzeran derketine holê bên çareserkirin li giştiyê welêt heta 15ê Adarê muzakereyên welatî jî dikarin beşdar bibin wê bên kirin.
Di nameyê da Macron got gelê Fransayê dikare ji bo çareseriya pirsgirêkan fikr û pêşniyazên xwe bîne ziman, lê ji bo wî bêkarî, pergala bacê, xerckirinên li kamuyê, demokrasî, guherîna av û hewayê, xebatên dewletê mijarên sereke ne.
Di mijara penaberan da jî Macron ji welatiyan pirsî ku divê ji bo penaberan ew çi bikin û çawa tevbigerin.
- Sedema xwepêşanan
Li Fransayê di 17ê Mijdara 2018an da ji ber zemên sotemeniyê û şertên nebaş ên aboriyê xwepêşanan dest pê kiribûn û demekê şûnda xwepêşan vegeriyabûn hêrsa li dijî rêveberiya Macron.
Ev xwepêşanên wek "êlegzer" tên binavkirin li Fransayê xwepêşanên herî mezin ên salên dawîn hatibûn nirxandin.
Di xwepêşanan da polês û êlegzer pev çûbun, xwepêşaneran êrîşî saziyên kamuyê, kargeh û wesayîtan kiribûn. Wesayît û bîdonên çopê hatibûn şewitandin û di kuçeyan da şewatên mezin derketibûn. Polêsan li ser vê bi awayekî hişk mudaxaleya xwepêşaneran kiribûn.
Di xwepêşanan da 10 kes miribûn û ji hezar û 700î zêdetir kes birîndar bûbûn, 5 hezar û 600 kes hatibûn binçavkirin û ji hezarî zêdetir jî însan hatibûn girtin.
Ji ber xwepêşanan 58 hezar kes bê kar man û bihayê vê ji bo dewletê bû 32 milyon ewro. Cihên dan û stendinê 2 milyar ewroyî zêdetir zirar kir.
Dîsa ji ber xwepêşanan seferên diçin Parîsê ji sedî 5-10 kêm bûn, ji bo 3 mehên ewil sala 2019an rezervasyonên ji bo Parîsê ji sedî 6,8 kêm bûn.