ŞANLIURFA
Kurdên ji Sûriyeyê yên ku ji ber şerê li Kobanêyê revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê êdî vedigerin welatê xwe. Penaberên kurd ji bo mêvandariya wan ji gelê Tirkiyeyê re sipas kirin.
Ji vir 5 meh berê li Kobanêyê şerê di navbera DÎŞIyê û komên kurdan de mezin bû. Kurdên li Kobanêyê ji ber şer ji Kobanêyê revîbûn û xwe sipartibûn Tirkiyeyê. Niha rêxistina DÎŞIyê ji bajêr vekişya û kurdên ji Kobanêyê vedigerin cîh û warên xwe.
Ji bo kurdên ku xwe sipartibûn Tirkiyeyê AFAD, Qzilaya Tirkiyeyê û gelek saziyên alîkariya mirovahiyê seferber bûn.
Ji bo bicîkirina penaberan pêşiyê wargeheke demborîya ku 9 hezar û 800 kes dikaribûn tê de bimînin hat avakirin. Paşê AFADê li Sirûcê konbajarekê ku 35 hezar kes dikarin tê de bimînin ava kir.
Qizilaya Tirkiyeyê rojê 3 dana xwarin û xurek da penaberên kurd, gelek saziyên alîkariya mirovahiyê û şaredariyan jî ji bo dîtina hewcedariyên penaberan seferber bûn.
Li herêmê wezîfedarên Wezareta Spor û Ciwaniyê, Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî, Wezareta Tenduristiyê, AFADê, Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçê, Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, Qizilaya Tirkiyeyê û Şaredariya Bajarê Mezin a Urfayê xebitîn.
Bi dawîbûna şerê li Kobanêyê kurd vedigerin cî û warên xwe û ji bo mêvandariya wan ji hikûmeta Tirkiyeyê re sipas kirin.
- "Tirkiye bû welatê me yê 2yan"
Subah Eliyê penaber got ku li Tirkiyeyê tu tiştekê neyînî nehatiye serê wan û eleqeyeke mezin nîşanî wan dane.
Elî destnîşan kir ku mirovahiya ku Tirkiyeyê ji wan re kiriye tu carî ji bîr nakin û wiha axivî:
"Tirkiye bû welatê me yê 2yan lê belê em îro vedigerin welatê xwe. Êdî em zehf bextewar in. Di mehên ku em li Tirkiyeyê bûn zehf rind li me mêze kirin, her kesî alîkarî da me. Ji me re digotin 'Hûn penaber nînin, hûn roniya çevê me ne'. Ji doxtoran hetanî esnafan her kes bi me re eleqedar bûn. Em çi bikin nikarin heqê Tirkiyeyê bidin. Xwedê ji wan kesên ku li gelê kurd xwedî derketin bi taybetî jî Serokomar Recep Erdogan razî be. Em bi dilxweşî ji vir vedigerin."