Wezîrê Darayiyê yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Rêbaz Mihemed destnîşan kir ji nefta ku ji ser Tirkiyeyê re îxracî bazara dinyayê dikin 170 milyon dolar qezenc kirine.
Mihemed daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ser Tirkiyeyê re îxrackirina neftê dewam dike û wiha got: "Me ji nefta ku ji ser Tirkiyeyê re îxracî bazara dinyayê kir heta niha 170 milyon dolar qezenc kir. Em vî pereyî pêşiyê diavêjin Halkbankê. Paşê jî li gor rêgezên navneteweyî dişînin Bankeya Navneteweyî ya Kurdistanê ya ku li Hewlêrê ye."
Mihemed bal kişand ser aboriya Kurdistanê û destnîşan kir ku piştî êrîşên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) rewş xera bûye.
Mihemed got ku bandora hikûmeta navendî ya Iraqê jî li ser xerabûna rewşa aborî heye. Lewra para Kurdistanê naşîne û dibire û wiha dewam kir: "Ji ber qeyrana neftê Bexda ev 8 meh e para Kurdistanê ya ji budçeyê nade. Bexdayê tenê ji bo 2 mehan miaşê karmendan şand. Ji ber vê jî em ji şirket û gelê xwe re deyndar in. Ji hêla din ve ji ber pevçûnan ji milyonekî zêdetir penaber hatin. Ev jî ji bo me bar e. Divê civaka navneteweyî piştgiriyê bide me."
Mihemed axaftina xwe wiha berdewam kir: "Şertê ku aliyên siyasî yên li Kurdistanê beşdarî hikûmeta nû bibin eşkere ye. Heger para me ya budçeyê bidin em ê tevlî hikûmetê bibin. Heger para me nedin em ê beşdarî hikûmetê nebin û me ji terefên siyasî yên Bexdayê re ev got."