Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş got "Em wek mezlûmên Tirkiyeyê, feqîr û kedkarên Tirkiyeyê, yên ku alîgirên azadî û edaletê, me serfiraziyeke mezin û bêhempa bi dest xist.
Hevserokên Giştî yên HDPyê Demirtaş û Fîgen Yuksekdagê li Restorana Cezayîrê ya Beyogluyê civîna çapemeniyê li dar xistin û encamên hilbijartina giştî nirxandin.
Demirtaş di axaftina xwe de îdia kir ku pêvajoya hilbijartinê adil nebû û wiha axivî: "Em wek mezlûmên Tirkiyeyê, feqîr û kedkarên Tirkiyeyê, yên ku alîgirên azadî û edaletê, me serfiraziyeke mezin û bêhempa bi dest xist. Ji me hemûyan ra û ji Tirkiyeyê ra bi xêr be."
Demirtaş da zanîn ku ev serkeftina hemû nasnameyên etnîk ên ku li Tirkiyeyê dijîn e, serkeftina hevpar a bawerî, çep, kedkar, cotyar û esnafan e û wiha axivî: "Ev serkeftin serkeftina wan kesên ku li vî welatî destûreke bingehîn a demokratîk, sivîl, azadîxwaz dixwazin, kesên ku li dijî benda hilbijartinê ya ji sedî 10an disekinin e. Kesên ku çareseriyeke demokratîk û aştiyê dixwazin, kesên ku ji bo pirsgirêka kurdan çareseriyeke aştîxwaz dixwazin, kesên dibêjin ku 'Ez dixwazim ku kurd jî li vî welatî wek gelekî birûmet û welatî bijîn' e û herî zêde jî serkeftina jinên vî welatî ye."
- "HDP partiyeyeke Tirkiyeyê ye"
Selahattîn Demirtaş got ku di pêvajoya hilbijartinê de çi gotibin li pişt gotinên xwe ne û wiha axivî:
"HDP êdî rastî jî partiyeke Tirkiyeyê ye. Tirkiye HDP ye, HDP Tirkiye ye. Em heq dikin ku hemû bi hev re ji ber vê serkeftinê serbilind bibin û serfiraziya vê yekê bi hev re bijîn. Yek ji encamên herî girîng ên hilbijartinê ew e ku AKP bi vê helwesta xwe ya pozbilind, bi gotinên xwe yên wekî 'Pirsgirêka kurdan tune', 'Muzakere tune', 'Maseya çareseriyê tune' li Rojhilatê Tirkiyeyê bêdeng bû. Em dê helwesteke wisa nîşan bidin ku ew kesên ku ji me bawer kirin, bi çi hincetê dibe bila bibe deng dabin me, mehçûp nekin. Em dê ew kesên ku dengê xwe emanetê me kirin û xwestin ku beriya siyaseta demokratîk a Tirkiyeyê bê vekirin jî mehçûp nekin."
Demirtaş got ku dawî li nîqaşên serokatiyê hat û got ku "Dê bi AKPyê re ji derve û navxweyî tu koalîsyonan nekin."
- "Me hemû bi hev re benda hilbijartinê xira kir"
Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê jî îdia kir ku "bi qasî 13 salan bi encamên dilsoj ên siyaseta dûrxistin û dabeşkirinê re rû bi rû man" û got "Va ye mirovahiya mezin a li Tirkiyeyê ji vê bendê derbas bû. Ev serkeftina hemû Tirkiyeyê ye; serkeftineke wisa ye ku bend û sînoran nas nake. Ev serkeftina wan kesên ji bo ku li ser bingeha mirovahiyê hev bigirin cudakariyê dûr dixin e."
Yuksekdagê da zanîn ku "Hemû bi hev re benda hilbijartinê xira kirin" û wiha axivîn:
"Îro keda ji dil a gelê me ya li kolanan, kelecaniya wan û biryardariya wan bend xira kir. Em îro bi kêfxweşî dikarin bibêjin ku ya ku di bin vê mekanîzmaya antîdemokratîk a ku xirabû de ma gelên Tirkiyeyê nînin, ew kesên ku benda ji sedî 10an danîn, ew zihniyeta ku bend diparast, ma. Em dixwazin ku êdî benda ji sedî 10an jî hemû saziyên antîdemokratîk jî, qedexe û muamelayan jî wekî kavileke ku li paş Tirkiyeyê maye bibînin û bihêlin. Piştî van encamên hilbijartinê jê bawer bikin ku em dê hemû bi hev re hemû tehrîbat û xirabeyên ku ev nêrîna siyasî ya serdest û kavilê wan bi hev re rakin."