ANKARA
Pêşengê rûhanî yê alema Katolîkan û Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Francîscûs, Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez ziyaret kir.
Medyaya dinyayê ji misilmantiyê re bêhurmetiyê dike
Gormez di hevdîtinê de axivî û wiha got: "Mijarek heye ku mirov nikare bibêje ku ev ji bo paşeroja dinyayê elametê xêrê ye. Ew jî ev e ku medyaya dinyayê cureyeke nû ya netewperest derxistiye ku pê dijayetiya misilmantiyê dike û ev dijayetî veguherî sûcê xerezê û bi van gotinan ve senaryoyên erjeng belav dikin. Bi van kirinan tenê îslamiyet nayê piçûkxistin. Bi vê rêyê ve li hemberî aqlêselîmiya hemû mirovên li ser rûyê dinê bêhurmetî tê kirin."
Gormez xêrhatin li Papa kir û wiha got: "Hûn bi xêr hatin welatê qedîm yê dîn û şaristanan û welatê ku tecrûbeya wê ya bihevrejiyanê heye. Hûn bi xêr hatin Serokatiya Karên Diyanetê ku xizmeta hemû birayên xwe yên dinyayê dike." Gormez got ku ev erdnîgarî weke berê îro jî mazûvaniya ziman, dîn, mezheb û fikr û ramanên cuda dike û li vî diyarî qedr û qîmetê mirovahî desthilat e ku li vê derê her kes di çarçoveya heq, hiqûq û edaletê de di nav aştiyê de dijî û medeniyetekê temsîl dike.
Gormez destnîşan kir ku mafê tu kesî ji ber ziman, netew, dîn, mezheb û fikr û ramanê wî nayê binpêkirin û ev bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha dewam kir: "Li Welatê me hemû peyrevên dînên îlahî bi hev re lê mane û rastî tu cudakariyê nehatine, lê di dinyaya îroyîn de dixwazin ku cudahiyan binpê bikin. Di rewşeke wiha de hatina pêşengê rûhanî ya li Serokatiya Karên Diyanetê miheqeq girîng e."
"Em ji ber geşedanên Filistînê xemgîn in"
Gormez got ku li Filistînê van roja geşedanên wisa çêdibin ku hêviya aştiyê qut dike û got ku wek hemû misilmanan ew jî ji ber van geşedanan pir xemgîn in.
Gormez diyar kir, tecawiza li ser Mescida Eqsayê û ya li ser gelê mezlûm ê Filistînê, li ser navê mirovahiyê ne baş e.