Li gorî daxuyaniya ji artêşa Îsraîlê hat kirin, der barê 4 zarokên dema li perava Xezeyê bi gogê dilîstin hatin kuştin de wiha hat gotin: "Pîlotan li gorî hiqûqê tevgeriyan". Bi vê biryarê jî tu ceza nedan kesî.
Midurê Navenda Lêgerîn a Mafên Mirov û Hêsîran Fuad el-Hafeş der barê bûyerê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Artêşa Îsraîlê li kesên ku sûcên şer kirine dozê vedike lê dinyayê dixapîne. Bi vê hîleyê li ber çavê dinyayê dewleteke kujer meqyaj dikin."
Hafeş ji bo dosyeyên sûcê yên Îsraîlê bişîne Mehkemeya Ceza ya Navneteweyî, bangî rêvebiriya Filistînê kir.
Artêşa Îsraîlê di 17ê tîrmeha 2014an de zarokên li perava Xezeyê dilîstin kuştubû.