HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî raya xwe avêt.
Barzanî û kurê xwe Mesrûr Barzanî li bajarê Selaheddînê li Ofîsa Şarewanî di sindoqa bi nimroya 122114an de rayên xwe avêtin.
Barzanî ji bo hilbijartina perlementerên giştî yên Iraqê û ji bo hijbijartina waliyên herêma Kurdistanê di 2 sindoqên cihê de ray avêt.
Barzanî der barê hilbijartinan de daxuyanî neda çapemeniyê.