Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên şaxa leşkerî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) der barê êrîşa milîtanên DAEŞê ya li Kobanêyê daxuyanî da. Berdevkê YPGyê Rêdûr Xelîl diyar kir ku tu carî îdia nekirine ku milîtanên DAEŞê ji aliyê Tirkiyeyê ra hatin bi tenê gotine ku milîtanên DAEŞê ji rojava û başûr ra ketine bajêr.
Xelîl pirsên nûçegihanê AAyê bi nivîskî bersivand û îdiayên ku dibêjin milîtanên DAEŞê ji Tirkiyeyê ra ketin Kobanêyê nirxand.
Xelîl got, "Me tu carî bi fermî Tirkiye sûcdar nekir. Milîtanên DAEŞê ji rojava û başûr ra ketine bajêr."
Xelîl bal kişand ser şiklê kirina êrîşê kir û wiha got: "Milîtanên DAEŞê piştî ku ketin bajêr wesayîta bombebarkirî teqandin. Paşê bi hêzên YPGyê ra ketin pevçûnê. Di şer da hinek milîtanên DAEŞê hatin kuştin û 3 milîtan revîn. Komek milîtanên din jî nika hatine dorpêçkirin."
Walîtiya Rihayê di daxuyaniya xwe ya der barê êrîşa li ser Kobanêyê da diyar kiribû ku milîtanên DAEŞê ji Cerablûsa li rojavayê bajêr ra ketine navçeyê.
Li gor agahiyên ku AAyê ji çavkaniyên ewlekariyê sitand di êrîşa li ser Kobanêyê ya ku DAEŞê kir da hêzên ku heta nika xwe li bajêr veşartibûn jî tevlî êrîşê bûn.
Di êrîşê da hin avahiyên li rexê baregeha PYDyê ketibûn destê milîtanên DAEŞê, 18 kes miribûn, 40 kes birîndar ketibûn.
Piraniya birîndaran li Tirkiyeyê tên dermankirin.