Elif Orhan
08 Sibat 2018•Rojanekirin: 09 Sibat 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Nûnerê Daimî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Rûsyayê Vassîly Nebenzîa diyar kir ku PYD/PKKê meha borî li Sûriyeyê 400 DEAŞî serbest berdan û diyar kir ku 120 DEAŞî tevî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bûn û got ku dijî terorîstan standartên dualî tên tetbîqkirin.
Nebenzîa di Konseya Ewlehiyê ya NYyê di civîna ku li ser çalakiyên terorê yên ku aştiya navneteweyî û ewlehiyê tehdît dikin hat axaftin de xeber da.
Nebenzîa da zanîn ku dahatên neftê yên DEAŞa rêxistina terorê kêm bûn û dawiya sala par dahatên ku ji qaçaxçitiyq neft û xaza sirûştî bi dest xist mehane 2 milyon dolar bû û got ku DEAŞ bi teknolojiya modern ji ser înternetê hewl dide ku çavkaniyên xwe yên dahatê zêde bike.
Nebenzîa bal kişand ku divê yên ku rasterast an jî nerasterast piştgiriyê didin DEAŞç berpirsyar bên girtin lê belê meha borî di vê mijarê de îxlal çêbûn û got ku PYD/PKKê meha borî li Sûriyeyê 400 DEAŞî serbest berdan û 120 DEAŞî tevî HDSê bûn.
Nebenzîa da zanîn ku bi vê pirsgirêka ku ji nedîtinê tên hember terorîstan standarta dualî tê tetbîqkirin.
Vassîly Nebenzîa piştî civînê daxuyanî da rojnamevanan û li Sûriyeyê ji aliyê Amerîkayê ve lêxistina hêzên rejimê wekî "xemgînker" pênase kir û got ku dê vê rewşê li KENYê bînin rojevê.
Arîkarê Nûnerê Daimî yê NYyê yê Brîtanyayê Jonathan Allen jî got ku DEAŞê ji sedî 98ê axên ku kontrol dike winda kir û li Iraq û Sûriyeyê ji 7,7 milyonî zêdetir kes ji terorê hatin xilaskirin.
Allen diyar kir ku DEAŞ parçe bû û hat qelskirin lê belê hucreyên rêxistinê hê jî li hemû dinyayê tehdît e û destnîşan kir ku bi taybetî ji bo ku berî lê bê girtin ku terorîst înternetê xirab bikaranîn divê hewldan bên zêdekirin.