WASHINGTON
Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê John Kerry der barê aligirên demokrasiyê yên ku ji hêla artêşê ve hatin gulebarankirin de hêstên xwe anî ziman û wiha got: "Di vê rewşa girîng de berpirsên Misrê mecbûr in ku hurmet3e bidin nîşanê civînên aştiyane û azadiya xweîfadekirinê."
Kerry daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku ew bi Alikarê Serokomar Muhammed el-Baradeî, Wezîrê Karên Hundir ê berwext Nebîl Fehmi û Nûnera Bilind ya Polîtîkaya Ewlehiyê û Karên Derve ya YEyê Catherîne Ashton re vê sibê di telefonê de axiviye.
Kerry diyar kir ku ew ji ber komkujî û tundiyaên di nav 24 saetan de li Qahîre û Îskenderiyê pêk hatine û gelek xwepêşanderên Misrî yên ku mirine û bi hezaran zêdetir jî birîndar bûne fikarbar e. Kerry sersaxî da malbatên miriyan û ji bo birîndaran jî şifa xwest.
Keryy dubare kir ku Amerîka dixwaze girtinên siyasî bila bi dawî bin, serokên siyasî li gor qanûnan serbest bên berdan û destnîşan kir ku ev dem ji bo Misriyan pir girîng e û wiha pê de çû: "Ev şoreş wê heta hetayî bikeve bin tesîra van buyerên ku qewimîne."
Kerry bang kir ku bila lêpirsîneke azad û bêalî bê kirin û hemû serokên siyasî yên Misrê ji bo ku welêt ji xirabiyê biparêzin zûbizû bên li cem hev û bi hev re tevbigerin.
Ji hêla din Berdevkê Wezareta Parastina Amerîkayê George Little jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: "Wezîr Hagel îro piştî nîvro ji ber rewşa ewlehiya Misrê û endîşeyên me yên der barê bûyerên tundî yên dawî de ji bo çêbûna aramî û hizûrê bi Wezîrê Parastinê yê Misrê Sîsî ve axivî."