Hakan Çopur
12 Nîsan 2026•Rojanekirin: 12 Nîsan 2026
Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance ragihand ku ẍ rasterast ên bi Îranê ra yên ku li Îslamabada paytextê Pakistanê dihatin kirin, "bêyî lihevkirinekê" bi dawî bûn.
Alîkarê Serokê Amerîkayê Vance piştî mizakereyên rasterast ên tê gotin ku 21 saetan dewam kirin, daxuyanî da rojnamevanan.
Vance wiha got: "Em 21 saet in li ser vê mijarê dixebitin û me bi Îraniyan ra gelek hevdîtinên girîng kirin. Ev nûçeyeke baş e. Nûçeya xirab jî ew e ku em negihîştin rêkeftinekê. Bi min ev ji Amerîkayê zêdetir, ji bo Îranê xebereke nebaş e. Ji ber vê yekê, em bêyî ku lihevkirinekê bikin vedigerin Amerîkayê."
Alîkarê Serokê Amerîkayê daxuyand, Îranê der barê çekên nukleer da soza ku ew dixwazin nedaye û wiha dewam kir: "Rastî ev e ku divê em sozekî teqez ji Îranê hildin ku ew ê li dû çekên nukleer neçe û wê li rêyên ji bo bidestxistina wan negere. Ma em sozekî bingehîn ji Îraniyan dibînin ku ew ê di nav demeke dirêj da çekên nukleer pêşva nebe? Me ev yek hê nedîtiye."
Vance diyar kir Amerîkayê daxwazên xwe yên bingehîn bi awayekî zelal danîne holê, lê Îranê tercîh kiriye ku van şertan qebûl neke û got ku ew gelek caran bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra bi telefonê axivîne.
Vance wiha got: "Em ji vir diçin, bi pêşnizareke pir hêsan, metnekî lihevklirinê yê dawîn û herî baş va em ji vir diçin. Em ê bibînin ka Îranî wê qebûl bikin an na."