Nihat Kavşut
25 Mijdar 2017•Rojanekirin: 25 Mijdar 2017
ANKARA
Mihemed bîn Selmanê Mîrzayê Welîehd yê Erebistana Siûdî Elî Xameneyê Pêşengê Îranê wek "Hîtlerê nû yê Rojhilata Navîn" pênase kir.
Selman daxuyanî da rojnameya Amerîkan New York Timesê (NYT) û ji bona Xameney got "Pêşengê Îranê Hîtlerê nû yê Rojhilata Navîn e."
Mihemed bîn Selman diyar kir ji ber tecrubeya Ewropayê gihîştine wê encamê polîtîkaya tawîzê feydeyê nade û wiha got: "Em li Rojhilata Navîn û Îranê Hîtlerekî ku tiştên li Ewropayê qewimîn dubare bike naxwazin."
Selman der barê kesên li Erebistana Siûdî ji ber gendeliyê hatin binçavkirin da destnîşan kir Erebistana Siûdî ji salên 1980î vir va dibe qurbana gendeliyê.