Önder Beyter
10 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2017
TORONTO
Li bajarê Toronto yê Kanadayê bi hezaran kesî biryara naskirina Qudsê wekî "paytexta Îsraîlê" ya Serokê Amerîkayê Donald Trump, protesto kirin.
Bi hezaran kesî di pankart û dovîzên xwe da biryara Trump şermezar kirin û herwiha heya nêzîkê Konsolosxaneya Amerîkayê ya li navenda bajêr meşiyan.
Kesên ku beşdarî xwepêşandanê bûn ligel dovîzên bo piştevaniya Filistînê, alaya Tirkiyeyê û posterên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî bilind kirin.
Beşdarvanên xwepêşandanê yên ku axivîn, destnîşan kirin ku biryara Trump, gelek biryarên NYyê binpê dike û herwiha berevajiyê mafên mirovan û hiqûqê ye.
Ligel misilmanên kanadayî, welatiyên ku bi eslê xwe ji Îspanya, Bolîvya, Kuba û Kolombiyayê ne jî piştgirî dan xwepêşandanê.
Di vê navberê da Komeleya Xwedekarên Sosyalîst, Partiya Komunîst a Kanadayê, hin komeleyên cihû û nûnerên hin dêran jî beşdarî xwepêşandanê bûn.