NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyiyê (NY) Ban Kî Mûn diyar kir ku ew dixwazin li Sûriyeyê bikaranîna bombeyên warîlê û hemû tundî bi dawî bibin û ji her du aliyên şer jî xwest ku ji bo di danezana Cenevreyê de çareseriya siyasî bê belavkirin, bila dest bidin hev û bixebitin.
Mûn civîna mehane ya sala 2014an a ewil li dar xist û xwest, ew bombeyên warîlê ku rejîma Sûriyeyê bi kar tîne û hemû çekên giran ên din ku qira mirovan tînin û yan jî wan birîndar dikin divê neyên bikaranîn.
Sekreterê NYyê konferansa Cenevreyê ku dê di 22yê çileya paşîn de bê kirin bi bîr xist û diyar kir ku ji vexwendiyên fermî hatine şandin. Mûn ji her du aliyên ku şer dikin û ji aliyên ku li ser wan xwediyê gotinê ne re jî bang kir û got: "Bila bizanibin ku bi çareseriyeke leşkerî tuneye û ji bo ku çareseriyeke siyasî bê dîtin bila destê xwe bidin hev û bixebitin."
Mûn li ser rewşa Sûdana Başûr, Komara Afrikaya Navîn û Îsraîlê jî sekinî û diyar kir ku li van deran rewş her ku diçe xerabtir dibe.
- "1000 wargehên nû ku Îsraîl ava dike ne qanûnî ye û ji bo aştiyê jî asteng e"
Mûn dest nîşan kir ku ji bo şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Filistînê de bi dawî bibe li pêvajoyên çareseriyê digerin û wiha pê de çû: "Ji min re xeber hat ku Îsraîl ji bo ku 1000 wargehên nû ava bike dixebite. Ev xebata wan ne qanûnî ye û ji bilî vê jî ji bo aştiyê jî astengî ye."