Sevim Hatun
22 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) li ser daxwaza Fransayê ji bo geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê gotûbêj bike wê bicive.
Di civînê de Alîkarê Sekreterê Giştî yê Berpirsê Karên Însanî yê NYê Mark Lowcock wê der heqê ziyareta xwe ya Sûriyeyê de agahiyan bide endamên konseyê.
Wezîrê Karên Derva yê Fransayê Jean-Yves Le Drian jî ragihandibû ku wê ji bo nirxandina rewşa dawîn a Sûriyeyê ji bo civînê bang li KENYê bikira.
Le Drian li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha gotibû: "Sûriye: Xûta, Îdlib, Efrîn. Fransa dixwaze KENY di demeke kurt de bicive. Vê sibê min bi hemtayê xwe yê Tirk re axaftin kir."