Haydar Şahin
15 Sibat 2019•Rojanekirin: 16 Sibat 2019
BEXDA
Herîr Huseyn Kamilê neviyê Sedam Huseynê serokê Iraqê yê jitextdaxistî diyar kir ku dema Amerîkayê di sala 2003yan da dest bi dagirkirina welêt kir ji sînorê Iraq-Sûriyeyê ra meşiyan û welat terk kirin.
Kamil (32) di hevpeyvîna da pirtûka bi navê "Neviyê Sedam" da got, "Ez welatiyê Iraqê me û neviyê Rexbada qîza Sedam Huseyn im."
Kamil diyar kir ku li Urdinê di Fakulteya Îqtisadê ya Kanadayê da perwerde dît, qalê kir ku dema Amerîkayê di sala 2003yan da Iraq dagir kir bi malbata xwe ra çito ji welêt derket û wiha axivî: "Dema hêzên Amerîkayê ketin Iraqê hemû kesên ji malbatê bi zarokên xwe ra welat terikandin."
Kamil axaftina xwe wiha domand: "Şeva ku me welat terk kir hewa zehf sar bû şev reş û tarî bû. Dema di xeberan da hat gotin ku Rexda (diya wî) û Ranaya qîzên Sedam li Mûsilê ne welat terk kirin. Jin û zarokên me ji ber ku ewlehiya canê me tunebû em peyatî ji sînorê Iraq-Sûriyeyê ra derbas bûn. Ev ji bo me rîskeke mezin bû. Heke hêzên Sûriyeyê pê bihisyana ku li wê derê meriv hene ew ê çeporasto gule agir bikirina. Em çend rojan li Sûriyeyê man. Li ser me pasaporta Iraqê tunebû û tiştek jî nedihat bîra me. Paşê em li aliyê Urdinê bûn mêvan. Hetanî vê rojê ji ber ku pasaporta me ya Iraqê tune jî paporta Ereban dan me. Xêncî vê xanî û mehane dan me. Ev hê jî dewam dike. Xêncî kesên wekî min zewicîn û li dervayê welêt perwerde dîtin (wekî neviyên din)."
- "Em tehdîdan hildidin"
Kamil destnîşan kir ku malbata Sedam bi taybetî diya wî, ew û xuşk û birayên wî tehdîdên kuştinê hildidin.
Kamil got piştî ku Iraq terk kirin ji Îngiltereyê daweta "mêvantiyê" hildan û wiha got: "Lêbelê wekî dewletên din wan jî bi şertê tevlî siyasetê nebin dawet kir."