İbrahim Atmaca
31 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2020
Alîkarê Dîrektorê Zîmbabveyê yê Bernameya Xidaya Dinyayê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) Niels Balzer daxuyanî da û got ku nîvê zehfê nifûsa welêt li ber xelayê ne.
Balzer diyar kir ku xela ji ber dêmiya li welêt çêbû û ji bo ku xelaya welêt kêm bibe xebatan dest pê kir.
WFPyê daxuyandibû ku wê ji bo hişkayî û tengasiya aboriyê ya Zîmbabveyê ji 4,1 milyon kesî ra alîkariya xidayê bişîne.
Ji ber ku bariyên demsalê kêm bûne, di qada çandiniyê da xêr û bereket nemaye, heywanên çolê mirar dibin. 5,5 milyon kesên ku li deverên çiyayî dijîn ji xwarinên paqij dûr in, li bajaran jî 2,2 milyon kes jî ji av û xidayê têr nabin.
Li welatê ku 14 milyon nifûsa wê heye,û av û ceyran bi dorê tê û krîza aboriyê heye û kes nikare xwarin û vexwarinê bikire.