WASHINGTON
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama ji ber bûyerên sala 1915yan daxuyanî da û îfadeya “Meds Yeghern”a ku bi ermenîkî tê maneya 'Bobelata Mezin' bi kar anî.
Obama wiha got: "Em îsal sala 100î ya Meds Yegherna ku zilma ewil a sedsala 20î ye bi bîr tînin."
-"Qebûlkirina rastiyan a ji dil û adîl bi kêrî me hemûyan tê"
Serokê DYAyê Obama destnîşan kir ku der heqê vê meseleyê de fikrên wî neguherîn û wiha pê de çû: "Qebûlkirina rastiyan a ji dil û adîl bi kêrî me hemûyan tê. Milet û netew bûyerên ku di dîroka wan de qewimîne qebûl bikin û li serê bisekinin, wê demê çêtir xurt dibin û pêşerojeke adil û xweşbînî ava dikin. Em hewl û daxuyaniyên dîroknasên tirk, ermenî û Papa Francîscus ên ku ji bo vê dema di dîrokê de tevlihev e zelal bikin didin, baş dibînin û ji vê yekê jî kêşfxweş in."