Türkan Tosun
22 Gulan 2018•Rojanekirin: 22 Gulan 2018
NEW YORK
Serokê Amerîkayê yê Berê Barack Obama û jina wî Mîchelle Obama bi şirketa Netflîxê ya ku li ser înternet û televizyonê xebatan dike re peyman îmze kirin.
Netflîxê daxuyand Obama û jina wî ji bo çêkeriya fîlm û rêzefîlman bi şirketê re peyman îmze kiriye. Di nav van xebatan de rêzefîlmên bisenaryo û bêsenaryo, belgefîlm, rêzefîlmên belgefîlman, fîlmên dirêj wê hebin.
Hat gotin ev proje wê bigîhîjin 125 milyon aboneyên Netflîxê yên li 190 welatan.
Obama daxuyand dema ew di kamuyê de xebitiye gelek mirovên baş nas kiriye û tecrubeyên wan kesan gihandiye girseyeke mezin û wiha got: "Ez û Mîchelle hêvî dikin çîroka dengê kesên biqabiliyet, û yên îlhamê didin em bi hemû dinyayê re parve bikin."
Mîchelle Obama jî wiha got: "Ez û Barack her tim hêza vegotina çîrokê bawer dikin, ew dibin sedem ku em der barê dinyayê de cuda bifikirin."