Wezareta Karên Derva ragihand li ser îdiayên ku di operasyonên li dijî PKKyê da ku li kampa Zergeleyê hatin kirin da sivîl mirine, lêkolîn dane destpêkirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku PKK kampê ji bo lojîstîk û kordînasyonê dimelîne û wiha hat gotin: "Nûçeyên ku dibêjin di operasyonên hewayî yên li ser kampê da sivîl mirine, em xemgîn kirin. Me der barê nûçe û îdiayan da lêkolîn da destpêkirin."
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di operasyonan da ji bo ku sivîl zirarê nebînin em bi hesasî hereket dikin. Wek mayîn tê zanîn ku rêxistina terorê sivîlan wek mertalên zindî diemilîne. Em ê nûçe û îdiayan bi berfirehî lêkolîn bikin û em bi meqamên Herêma Kurdistana Iraqê ra jî di nav pêwendiyan da ne. Em ê di demeke kurt da encamên lêkolînê bi raya giştî ra parve bikin."