18 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2018
MOSKOW
Hat ragihandin ku Wezîrê Berevaniyê Sergey Şoygu bi Sererkan Orgeneral Hulusî Akar û Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan re li ser geşedanên dawîn ên li Rojhilata Navîn sekinî.
Di daxuyaniya ku ji Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê hat dayîn de hat diyarkirin ku Akar û Fîdan di çarçoveya têkiliyên xwe yên Moskowê de bi Şoygu re hatin bal hev.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hevdîtin di atmosferekî erên, de derbas bû û hat gotin ku "Alî digel geşedanên dawîn ên li Rojhilata Navîn li ser mijarên hevpar sekinîn."
Di daxuyaniya ku îro ji ser malpera Sererkaniyê hat dayîn de hatibû ragihandin ku Sererkan Orgeneral Akar û Misteşarê MÎTê Fîdan di têkiliyên xwe yên li Moskovayê de dê li ser mijarên ewlehiya herêmî û geşedanên daw,n ên li Sûriyeyê û pêvajoya Astana/Cenevreyê bisekinin û bi Sererkanê Rûsyayê Orgeneral Valery Gerasîmov re jî hevdîtinek bikin.