VATÎKAN
Serokê rûhanî yê alema katolîkan Papa Franciscus xwest ku merciyên dînî şideta ku li Rojhilata Navîn tê kirin, şermezar bikin.
Serokê rûhanî ji ber Cejna Noelê ya sibê ya ku alema xaçparêzan wê wek rojbûna Hezretî Îsa pîroz dikin, nameyek nivîsan û di nameyê de piştgiriya xwe ya ji bo "Xaçparêzên li Rojhilata Navîn ên ku digel pevçûn û geşedanên ecizker, êş û pirsgirêkan, hewl didin ku jiyana xwe berdewam bikin" diyar kir.
Papa di nameya xwe de bêyî ku nav bide li ser DÎŞIya rêxistina terorê sekinî û bal kişand ku li Rojhilata Navîn di van mehên dawîn de bi sedan kesên wek xaçparêz û hêmanên etnîk ên wekî êzdiyan rastî her cure îhlalê hatin û ji malên xwe bûn.
Papa da zanîn ku rewşa xaçparêz, êzdî û hêmanên etnîk ên din ên ku li Iraqê dijîn, dramatîk e û di nameya xwe de got "Dîn bi kar tînin û hewl didin ku wê şideta dikin mafdar nîşan bidin û divê hemû serokên dînî bikevin nav xebateke wêrek û vê yekê şermezar bikin."
Papa da zanîn ku Îslam dînê aştiyê ye û li hember bihevrejiyanê jî rêzê digire û diyar kir ku civaka navneteweyî ji bo ku li ser hewcedariyên xaçparêz û kêmneteweyên din ên li herêmê hevdîtinê bike, divê bên bal hev û li ser aştiyê hevdîtinan bikin da ku bi awayekî hêzdar li herêmê li hember firotina çekan bisekinin.