Abdullah Tel
29 Mijdar 2019•Rojanekirin: 30 Mijdar 2019
Bi rayên koalîsyona Partiya Netewperest a Baskê û EH Bildûya partiya mezin a duyemîn a ku di Parlementoya Xweser a Baskê da xwedî desthilatdariyê ne biryara "ji bo pêşeroja xwe xwedî heqê biryarê be" hat dayîn.
Di nivîsa biryarê da hat gotin ku ji niha û pê va têkîliyên dualî yên di navbera herêma Baskê û dewleta Spanyayê da wê li gor xalên "wekhevî, durexî û peymanê" bên meşandin.
Der barê biryara "ji bo pêşeroja xwe xwedî heqê biryarê be" ku Katalonyayê jî di vê çarçoveyê da hewlên referanduma serxwebûnê bi rê va biribû hat sekinîn û hat gotin ku "dev ji vî mafî nayê berdan"
Hat xwestin ku bila kesên ji ber ETAya rêxistina terorê mehkûm bûne, sewqî girtîgehên li herêmên Baskê ne bên kirin û di nav wan da kesên nexweşiya wan giran e jî bila serbest bên berdan.