SILÊMANIYE
Li kampên Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) penaber bi saya zarokan pê hesiyan ku cejn heye. Penaberên ku zarokên şekir berhev dikirin li hember xwe dîtin, derd û kulên xwe ji bîr kirin. Penaberan, zarok hembêz kirin û sipasiyên xwe pêşkêşî wan kirin.
Li kampa ku li ser rêya Arbatê ye û bi alîkariya Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta HKIFê hatibû avakirin de niha 800 jê zarok, bi tevahî 2 hezar û 700 kes dîjîn. Piraniya penaberên ku li kampê dijîn ji bajarê Qamişloyê ya Sûriyê hatine. Penaber ev cara ewil e ku Cejna Qurbanê ji mal û welatê xwe dûr pîroz dikin.
Niştecihê kampê ji ber xizanî û tunebûnê ji bo cejnê amadehî nekirin. Goşt û tiştên ku ji aliyê xêrxwazan ve hatin şandin, di bin kontrola pêşmergeyan de hatin belav kirin. Hin malbatên ku ji Erbîl û Silêmaniyê hatin kampê û xizmên xwe ziyaret kirin û cejna hevdu pîroz kirin.
Zarokên ku ji aliyê dayikên xwe ve hatin xemilandin tûrên şekir kirin destê xwe û di kampê de kon bi kon geriyan û şekir kom kirin. Bi saya zarokan kamp geş bû û cejn hat pîroz kirin.
Zarokan cejnê anî bîra me
Stranbêj Nezîr Alaaddîn Huseyîn got: "Dema ku em sibehê şiyar bûn em xemgîn û hestewar bûn. Me rondikên çavên xwe ji hevdu veşart û me nedizanîbûn ku çi bikin. Em tev neçar bûn. Bi dilekî sar û xemgîn em çûn mizgeftê me nimêja cejnê kir. Dema em ji mizgeftê vedigeriyan çavên me bi zarokên ku di nav konan de şekir kom dikirin ket. Di wê kêliyê de dilê min germ bû û hêviyên min ji nû ve vejiyan. Min jî zarokên xwe şand nav zarokan. Her wiha saya zarokan me jî cejnê pîroz kir."
Hûseyîn diyar kir ku ew ji penaberên kampê re stran dibêje û wiha dewam kir: "Klamên ku zanim ji wan re dibêjim. Ez dixwazim ku mirovan pê bihesînim da ku cejn e. Lewra piçek be jî bila derd û kulên xwe ji bîr bikin û dilşad bibin."