ŞANLIURFA
Li Kobanêya Helebê pevçûnên di navbera hêzên kurdan û DÎŞIyê da dewam dikin.
Li herêmê nêzî 4 mehan e pevçûn dewam dike. Pevçûn li nav bajêr û rojavayê bajêr car caran zêde dibe. Ji ber pevçûnan dengê çekan tê û dûmana ji bajêr radibe ji Sirûcê tê dîtin.
Balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî bombeyan davêjin kozikên DÎŞIyê.
Tevdîrên li ser sînor jî dewam dikin.