Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Fedral (HKIF) Mesûd Barzanî bi daxuyaniyeke nivîskî sersala gelê Iraqê û HKIFê pîroz kir. Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir ku ji bo HKIF pêş bikeve û bibe welatekî aram pêwistî bi bernameya hikûmeteke ku berjewendiyên gel diparêze heye.
Di daxuyaniyê de Barzanî destnîşan kir ku me salekî din jî li pişt xwe hişt û ji bo hemû terefên siyasî, civakî û çînî bextewariyê dixwazim û wiha berdewam kir: "Bi taybetî jî sala nû ya welatiyên xrîstiyan ên ku li HKIFê û Iarqê dijîn pîroz dikim û silav û rêzên xwe dişînim. Ez hêvî dikim ku sala 2014an ji aştî, xwoşewistî, jiyana bi hev re, pêşveçûyîna aborî û civakî û ji civaka aram re bibe wesîle"
Barzanî bangî partiyên siyasî jî kir ku ji bo avakirina hikûmetê hevdîtinan pêk tînin û wiha peyivî: "Terefên siyasî ji bo avakirina hikûmeta nû hevdîtinan pêk tînin. Hêvî û daxwaza min ji hemû terefan ew e ku beriya her tiştî berjewendiyên gel û yên neteweyî wekî xalên sereke bipejirînin. Bi vî awayî dê pergaleke tekûz ava bibe û rê li ber gendeliyê were girtin. Divê em ji bîr nekin ku astengiyên li ber me jî dê bi bernameyeke baş ji holê rabin. Dê bi vî awayî kêmasiyên saziyan ji holê rabe û hiqûq bi ser keve. Ji bo ku di sala nû de gel û îqtidar nêzî hev bibin divê gavên baş bêne avêtin. Bi aştiya di navbera terefan de dê baweriya ji bo îqtidarê xurt bibe û welatê me bihêz bibe. Bi vî awayî dê li welatê me demokrasî qewî bibe û em ê bigihijin rojên baş"
Barzanî di daxuyaniya xwe de li ser trajediya li Sûriyeyê jî sekinî û wiha got: "Bi vê minasebetê ez sala nû ya birayên me yên li derveyî sînorên me jî pîroz dikim. Ez hêvî dikim ku di sala nû de kêmasî û pirsgirêkên birayên me yên li Rojavayê jî ji holê rabe. Di sala nû de hêvî dikim ku li dinyayê aştî û çanda jiyana bi hev re pêş bikeve. Şer bi dawî bibin û mirov ji welatên xwe koç nekin û bi êş û nexweşiyê re rû bi rû nemînin."