BARCELONA
Arda Turanê ku bi Barcelonayê re ji bo 5 salan peyman îmze kir got ku gelek kêfxweş im ku ez ê di Barcelonayê de bilîzim
Arda Turan piştî merasima îmzeavêtinê pirsên rojnamevanan bersivand.
Turan destnîşan kir ku Barcelona li dinyayê kilûba fitbolê ya herî baş e û wiha xeberda: "Ez gelekî Kêfxweş im. Ji bo kupa û serkeftinên baş ez li vir im. Ez sipasiya hemû rayedarên Barcelonayê dikim ku keda wan tê de heye."
Turan diyar kir ku beriya transferê gelek teklif li min kirin û wiha got: "Heger mijar Barcelona be hemû teklifan red dikî. Dawiya dawî ez ê formeya Barcelonayê li xwe kim û giringiya demê tuneye."