Abdullah Tel
12 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2018
BOGOTA
Li Kolombiyayê înşeata Pira Chirajarayê bi teqemeniyan va hat hilweşandin. Di 15ê rêbendanê da dema înşakirina pirê dewam dikir qezayek qewimî û 9 karkeran can da.
Pir li ser rêya di navbera bajarê Villavicencioyê û paytext Bogotayê da hatibû avakirin û aliyê bakurê pira 446 metre hilweşiya û ji ber vê jî aliyê başûrê pirê jî bi kontrol hat hilweşandin.
Di xebatên xerakirinê da bi qasî 200 kîlogram teqemenî hat emilandin û berî hilweşandinê rê ji çûn û hatina wesayît û mirovan ra hat girtin.
Bi teqînê va bermayiyên pirê ketin nav geliyê 280 metre kûr bû û toz û dûman rabû.
Pira daleqandî ya Chirajara 3 meh mabû ku bê temamkirin lê di 15ê rêbendanê da qismekî wê hilweşiya û 9 karkeran di wê qezayê da can da.
Piştî qezayê lêpirsîn û lêkolîn hatin kirin û hat dîtin ku di avakirina pirê da xetaya dîzaynê ya ku serastkirina wê ne mimkun e heye û ji ber vê kêmasiyê jî aliyê din ê pirê hat hilweşandin.