HEWLÊR
Di hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî de ji mjarên sereke yên ku li serê gotûbêj hatin kirin yek jî pêvajoya çareseriyê bû ku li Tirkiyeyê didome.
Hat ragihandin, hikûmeta HKIyê dîsa diyar kir piştgiriya ku didin pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê wê bidome.
Der heqê hevdîtina ku li Qesra Serokomariyê hat kirin de li ser malpera fermî ya hikûmeta HKIyê daxuyanî hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku têkoşîna bi DÎŞIyê re, serfiraziyên ku pêşmergeyan bi dest xist, peymana neftê ya di navbera Hewlêr-Bexdayê, têkiliyên di navbera Hewlêr-Enqereyê de, pêşvebirin û xurtkirina hevkariya bazirganî ya di qada aborî, vejen û mijarên din de, hatin nirxandin û ji bo van mijaran fikr û raman hatin parvekirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Barzanî bi taybetî jî li ser girîngiya gavên ku ji bo pêşveçûna Pêvajoya Çareseriyê tên avêtin sekinî û wiha got:
"Piştgiriya ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dide pêvajoya aştî û çareseriyê didome."