ŞANLIÛRFA
Saziyên civakî yên sivîl ên li Tirkiyeyê di nav 3 rojan de 10 tir arîkariya mirovahiyê gihandin Kobanêya ku DAEŞê rêxistina terorê êrîş dikê.
Tirkiye piştgiriya xwe ya ji bo kurdên sûriyeyî yên ku ji ber pevçûnên d navbera DAEŞa rêxistina terorê û komên kurdan de ev biqasî 9 meh in berdewam dikin, rojên dijwar derbas dikin berdewam dike. Tirkiyeyê deriyên xwe ji bo nêzî 200 hezarî kobanêyiyên ku ji pevçûnan reviyan re vekir. Tirkiye digel ku hemû hewcedariyên mêvanên xwe pêk tîne jî sivîlên li aliyê din ê sînor jî ji bîr nake.
Heta niha dora 2 hezarî tirên mirovahiyê ji Kobanêyê re hatiye şandin. Piştî êrîşên DAEŞê yên çend roj beriya niha dîsa yê ku beriya her kesê arîkarî da Tirkiye bû. Arîkariyên mirovahiyê yên ku saziyên civakî yên sivîl ên li bajarên curbicur berhev kriin piştî kontrolên li deriyê sînor gihandin Kobanêyê.
Bi vî awayî piştî ku DAEŞê paş ve kişand di nav 3 rojan de 10 tir arîkariya mirovahiyê teslîmê kobanêyiyan kirin.
-"Me cîranên xwe ji bîr nekirin"
Qaymeqamê Sirûcê Abdullah Çîftçî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku Tirkiye penaberan bi awayê herî baş diezimîne û îhmal nake û arîkariyên xwe jî dişîne derveyî sînor.
Çîftçî bal kişand ku Tirkiyeyê di seranserê şer de piştgirî da Kobanêyê û tu carî Kobanêyê tenê nehişt û destnîşan kir dixwazin ku li bajarê cîran aramî û ewlehî bê pêkanîn.
Çîftçî got ku piştî êrîşên hefteya borî ji bo ku arîkarî bişînin herêmê seferber bûn û wiha axivî:
"Me heta niha 2 hezar tir arîkariya mirovahiyê gihand Kobanêyê. Me piştî êrîşên bi bombe yên çend roj beriya niha cîranên xwe ji bîr nekirin. Me 10 tir arîkariya mirovahiyê ya ku ji herêmên cuda yên welêt hatin teslîmê birayên xwe yên kobanêyî kirin. Em ji ber piştgiriya wan sipasiya saziyên xwe yên civakî yên sivîl dikin. Bibe sedemê çi bila bibe em dê her dem ligel cîranê xwe cî bigirin û piştgirî bidin wan."
Xaltê Serîza kobanêyî jî got ku dê tu carî arîkariyên Tirkiyeyê ji bîr nekin.
Serîzê qal kir kengê bikevin tengasiyê Tirkiyeyê ligel wan cî girt û wiha axivî: "Xwedê ji we razî be. Em dixwazin ku hûn hinekî din piştgirî bidin me. Înşaellah dê ev roj jî xilas bibin û em ê tiştên ku we kirin tu carî ji bîr nekin."