RAMALLAH
Hat ragihandin ku li Şerîaya Rojavayê hêzên ewlehiya Filistînê hin rayedarên Hemasê binçav kirin.
Li gor agahiyên rayedarên Hemasê ber destê sibehê li Tul Kerem, Selfît, El-Xelîl û Beyt Lahmê operasyon hat kirin û hin rayedarên Hemasê hatin binçavkirin.
Rayedarên Hemasê diyar kirin ku piraniya kesên hatin binçavkirin ji yên ku ji girtîgehên Îsraîlê derletine pêk tên.
Hat destnîşankirin ku berpirsyarê operasyonê rêvebiriya Filistînê û Serokwezîr Ramî el-Hamdallah e.
Der heqê bûyerê da meqamên Filistînê hê daxuyaniyeke fermî nedane.