Türkan Tosun
19 Mijdar 2019•Rojanekirin: 19 Mijdar 2019
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo daxuyand ew cih û warên Cihûyan ên li Şerîaya Rojava ya ku hatiye dagirkirin êdî dereqanûnî nahesibînin.
Pompeo li avahiya wezaretê civîneke çapemeniyê li dar xist û der barê mijarê da daxuyanî da.
Wezîr Pompeo got wek rêvebiriya Donald Trump polîtîkaya wan a der barê cih û warên Cihûyan ên li Şerîaya Rojava da ya ji heyama Barack Obama maye êdî guheriye.
Pompeo îdia kir hewldanên Amerîkayê yên bi salan e ji bo geşedanên li Şerîaya Rojava û pêkanîna aştiyê dide êdî nagîhîje tu encamekê.
Pompeo bi bîr xist ku rêvebiriya 39emîn a Serokê Amerîkayê Jîmmy Carter di 1978an da digot bicîhbûna sivîlan a Îsraîlê ne li gor qanûna navneteweyî ye, lê rêvebiriya 40emîn a Serokê Amerîkayê Ronald Reagan dijî vê yekê derdiket.
Wezîrê Karên Derva Pompeo wiha got: "Rêvebiriya Reagan bawer dikir cih û warên behsa wan tên kirin ne dereqanûnî ne û ev hewldanên Îsraîlê yên ji bo cîwarbûna sivîl li gor hiqûqa navneteweyî ne. Piştî ku me niqaşa hemû aliyan bibaldarî lêkolîn kir, wek rêvebiriya Trump em jî wek Serok Reagan difikirin. Amerîka êdî wisa difikire ku cîhwarbûna li Şerîaya Rojava ne dijî hiqûqa navneteweyî ye."