11 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2017
WASHINGTON
Dîrektorê Îstixbarata Neteweyî James Clapper encamên rapora saziyên îstixbarata Amerîkayê yên ku li ser îdiayên "Rûsyayê tesîr li ser hilbijartinên Amerîkayê kiriye" hatine amadekirin di Komîteya Îstixbaratê ya Senatoyê de eşkere kir. James Clapper wiha got: "Ji bo ku gel baweriya xwe bi rewşa demokratîk a Amerîkayê neyne, ji bo ku serokatiya niha zirarê bibîne, ji bo ku tesîr li ser kampanyaya hilbijartinên 2016 bê kirin û navê Clîntonê bê reşkirin Putîn emir da."
Clapper pirsên der barê îdiayên Rûsyayê tesîr li ser hilbijartinên Amerîkayê kiriye de pirs bersivandin.
Clapper di Komîteya Îstixbaratê ya Senatoyê de wiha axivî: "Bi qinyateke mezin em dibêjin ji bo ku gel baweriya xwe bi rewşa demokratîk a Amerîkayê neyne, ji bo ku serokatiya niha zirarê bibîne, ji bo ku tesîr li ser kampanyaya hilbijartinên 2016 bê kirin û navê Clîntonê bê reşkirin Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn emir da. Ji bilî vê Putîn û hikûmeta Rûsyayê der barê Serok Donal Trump da tercîheke eşkere kirine."
Clapper îdia kir Moskovayê dît ku îhtimala qezenckirina Hillary Clintona namzeda Partiya Demokrat zêde ye, ji bo tesîrê li hilbijartinê bike dest bi kampanyayê kir.
Clapper destnîşan kir ku ji xeynî îstixbarata veşartî ya Rûsyayê, saziyên Rûsyayê û medyayê ji bo bandorê li hilbijartinê bikin dest bi kampanyayê kirin û wiha got: "Qinaeta me ew e ku serwîsê îstixbaratê yên Rûsyayê, ji bo hilbijartina serokatiyê, operasyonên sîber kirine."
Comeyê Dîrektorê FBIyê li ser pirsa ku agahiyên Partiya Komarparêz bi dest xistine yan na, destnîşan kir ku agahiyên Kongreya Neteweyî ya partiyê yên berê hatine bidestxistin.
Comey wiha axivî: "Li eyaletan bi awayekî serkeftî ketin nav hin grûb û kampanyayên partiya Komarparêz. Hin daneyên berê yên Kongreya Neteweyî ya Partiya Komarparêz jî hatin bidestxistin."
Comey got ku daneyên partiyê yên ku hatin bidestxistin, daneyên ku nedihatin bikaranîn bûn. Comey diyar kir, vê gavê di destê wan da delîlek tuneye ku bibêjin daneyên rojane hatine bidestxistin an jî ketine nav kampanyaya Trump.
Clapper jî diyar kir, yekeyên îstixbaratê biryar da ku Rûsyayê ji hin hedefên Komarparêz agahî berhev kir, daneyên ku hatin bidestxistin pir kêm in.
- Partiya Demokrat ji bo FBIyê destûr neda
Comeyê dîrektorê FBIyê diyar kir, Partiya Demokrat destûr neda FBIyê ku têkeve nav daneyan û hat xwestin ku şirketeke taybet bikeve pergalê û daneyan bi FBIyê ra parve bike.
Comey diyar kir, ew nizane ku Partiya Demokrat bê ka çima destûr neda FBIyê û wiha got: "Me nedixwest ku em lêpirsînê vî hawî bikin."