Emre Gürkan Abay
18 Gulan 2025•Rojanekirin: 19 Gulan 2025
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn got ku li Ukraynayê hedefa wan aştiya demdirêj û pêkanîna ewlehiya Rûsyayê ye.
Putîn di daxuyaniya xwe da ya ku da Rossiya 1 a qanala dewleta Rûsyayê, der barê hedefên Rûsyayê yên li Ukraynayê da axivî.
Putîn bal kişand ku Rûsya ji bo domandina "operasyona eskerî ya taybet" a li Ukraynayê xwedan hêza pêwîst e û wiha dewam kir, "Hêza me heye ku em ya ku me di 2022yan da da destpêkirin, bigihînin encama bi mantiq a ku Rûsya dixwaze. Ev encam jî rakirina sedemên krîza heyî, afirandina mercên seba aştiya domdar a demdirêj û edilandina ewlehiya Rûsyayê ye."
Putîn destnîşan kir ku ew dixwazin berjewendiyên însanên ku li Ukraynayê bi Rûsî diaxivin jî biparêzin.
Rûsya û Ukraynayê piştî 3 salan, mizakereyên rasterast ên ewil di 16ê Gulanê da li Stenbolê pêk anîbûn.