MÛSI
Fermandarê Pêşmergeyan yê Eniya Dîcleya Rojhilatê Zaîm Elî diyar kir, hêzên pêşmergeyan wê bi serbilindî beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsila ku di destê DAEŞê de ye bibin.
Elî daxuyanî nûçegihanê AAyê û got: "Pêşmerge wê bi serbilindî beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin. Lewra heta ku Mûsil neyê xilaskirin wê ev şer û pevçûn dewam bikin. Mûsil ji bo milîtanên DAEŞê cihekî pir girîn e. Milîtanên DAEŞê ji Sûriyeyê tên û êrîşî ser cihên di bin kontrola me de ne dikin. Heta ku ev çavkanî ziwa nebe DAEŞ ji vê herêmê venakişe. Ji bilî vê jî divê sînorê Iraq û Sûriyeyê bê kontrolkirin ji ber vê divê em di operasyona rizgarkirina Mûsilê de cih bigirin."
Fermandarê Pêşmergeyan destnîşan kir ku operasyon wê bi piştgiriya hêzên koalîsyonê ve bê kirin û tesîra balafirên şer wê di operasyonê de gelek bi kêr bê û wiha pê de çû: "Amadehiyên artêşa Iraqê niha çi ne û di çi astê de ne ez nizanim. Lê heke bi îrade bin em dikarin Mûsilê rihet rizgar bikin. Tiştê muhim ew e ku divê planeke baş bê amadekirin. Pergala herî baş jî ew e ku bajar bê dorpêşkirin. Heke esker rasterast berê xwe bidin bajêr wê demê wê gelek kes bimirin û demeke dirêj lazim e. DAEŞ nikare li eniyeke ewqas berfireh parastinê bike, hêza wê tuneye. Ez dixwazim li vê derê peyamekê bidim Kurdistan, Iraq û çaraliyê dinyayê rizgarkirina Mûsilê wê pir zehmet nebe."
Elî diyar kir hemû "Erdê Kurdan" yên ku di bin rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de nînin rizgar kirin û bi tenê Mûsil û qismekî Şingalê di destê rêxistinê de ma û wiha axivî: "Heke emir bê em ê Şingalê bi tevahî rizgar bikin."
- Tevgerên PKK û YNKê
PKK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Şingalê li dijî fermanên Wezareta Pêşmergeyan tevdigerin û Elî ev yek jî rexne kir û xeberdana xwe wiha domand: "Niha hêzên PKK û yên YNK jî li Çiyayê Şingalê hene bila kerem bikin herin û seranserê navçeya Şingalê rizgar bikin. Wê demê em ê jî wan pîroz bikin lê bila ev yek baş bê zanîn heke em li vê derê nebin ew nikarin li vê herêmê bisekinin. Ew ê dev ji Şingalê berdin û vekişin. Ez berpirsyariyê hildidim ser xwe û van tiştan dibêjim."
Elî bal kişand ser şerê dewam dike û ragihand ku ji bo berî DAEŞê bidin û ji Iraqê derxin hê jî hewcedariya wan bi çekên giran heye.