07 Sibat 2017•Rojanekirin: 08 Sibat 2017
MOSKOW
Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, peymana derbarê projeya xeta boriyê ya xaza siruştî ya Turk Akimi de, pesend kir.
Li gor biryara li ser portala înternetê ya ku ewraqên fermî yên dewletê li ser tên weşandin Pûtîn, peymana derheqê projeya Turk Akimi ya navbera Tirkiye û Rûsyayê de îmze kir.
Peymana ku par di 2yê kanûnê de li Lijneya Giştî ya TBMMyê hatibû qebûlkirin, di Parlementoya Rûsyayê de îsal di 20ê rêbendanê de, di Konseya Federasyonê de jî 1ê sibatê de hatibû qebûlkirin.
Peyamana nav hikûmetan a projeya xeta boriyê ya xaza siruştî a Turk Akimi di navbera Tirkiye û Rûsyayê de par di 10ê kewçêrê de hatibû îmzekirin.
Di çarçoveya peymanê de tê plankirin ku du xetên boriyê ku her yek kapasîteya wê 15,75 milyar kup e bên avakirin. Xeta ewil wê xaza siruştî bigihîne Tirkiyê ya duyem jî bigihîne Ewropayê.