DOHA
Serokê Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinyayê Yûsif el-Qeredawî bertekên der barê bûyerên ermeniyan ên sala 1915an ya li dijî Tirkiyeyê şermezar kir.
Di malpera înternetê ya fermî ya Qeredawî de behsa îdiayên ermeniyan yên li dijî Tirkiyeyê hat kirin û wiha hat gotin: "Em li hember kampanyayên kîndar ên ku zirarê didin rola exlaqî ya navneteweyî ya Tirkiyeyê şermezar dikin û em piştgiriyê didin Tirkiyeyê."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Şaşnîşandana dîrokê, hejmara ermeniyên ku di sala 1915an de mirine zêde gotin, hejmara misilmanên welatiyên osmaniyan kêm dîtin rastiyan naguhere. Tirkiyeyê ji hêla maf, pêşketin û azadiyan ve pêşve diçe û ev kampanyayên ku li hember Tirkiyeyê tên kirin wê nebe astengî ku kesên xwedîînsaf piştgiriyê nedin Tirkiyeyê. Dîrokzanên xweser û lêkolînerên xwedîînsaf divê li ser arşîvên der barê vê bûyerê de lêkolînan bikin û encamê ji raya giştî ya dinyayê re bibêjin. Van kesan re bang nakin ku arşîvan lêkolîn bikin, ev jî nîşan dide ku ev îdiayên wan ne rast in."
Agahiyên di daxuyaniyê de wiha dewam dikin: "Dîroka zindî hê nehat jibîrkirin. Leşkerên Ewrupayê di dema seferên xaçparêzan de li Quds û Şamê qetlîam kirin û dîrokê ev ji bîr nekir. Misilmamên li Endulusa Îspanyayê hatin qetinkirin û ev hê di hişê mirovan de zindî ye. Di vê heyamê de jî Îsraîl gelê Filistînê yê bêguneh dikuje û dinya li hember vê şahidiyê dike."
Qeredawî kuştinên di girtîgehên Guantanamo û Ebû Gureybê de jî mînak nîşan da û bi vê daxuyaniyê ve bertek şermezar kirin.