PEKÎN
Hat ragihandin ku di xebatên lêgerînê ya ku li keştiya ku li robarê Yangziyê ya Çînê binav bû de jimara miriyan derket 331 kesî û hê 111 kes jî wenda ne.
Wezareta Ragihanê ya Çînê eşkere kir ku di xebatên lêgerînê de jimara cesedan derket 331 kesî, noqavger li keştiya binavbûyî 111 kesên ku wenda ne, bi hûrgilî xebatên lêgerînê wan dewam dikin.
Hat gotin ku bi keştiyên biwînç gewdeya keştiya ku bi serqulpanî noq bûye, hat rastkirin û ji bo ji nav avê derxistina keştiyê xebat berdewam dikin.
Keştiya tûrê ya bi navê "Stêrka Rojhilat"ê di 1ê hezîranê de li robarê Yangziyê bi 456 rêwiyan dema ku ji Nancînga paytextê eyaleta Cîangsuyê ya ku dikeve rojhilatê welat seyahatî Çongçîngê dikir di nav bahozê de mabû û hatibû eşkerekirin ku keştî di nav çend deqîqeyan de binav bû.