İbrahim Atmaca
11 Adar 2019•Rojanekirin: 12 Adar 2019
Rejima Esed û komên terorîst ên ku Îran piştgiriyê dide wan li Sûriyeyê êrîşî ser cî û warên sivîlan ên nav "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" kirin û di êrîşê de 4 sivîl mirin, 6 sivîl birîndar bûn.
Hêzên rejimê û komên terorîst ên ku Îran piştgiriyê dide wan duh nîvê şevê dereng bi top û roketan êrîşî ser navçeyên Xan Şeyxûn, Seraqîb û Kef Renbîlê, gundên Um Celal, El Halahil û Xan Es Subulê, bajarokên El Temniye û El Tuhê û navçeyên Latamîne û Kefer Zîtayê ku dikeve gundewariya bakurê bajarê Hamayê kirin.
Midûrê Parastina Sivîlan ê Îdlibê (Baretspî) Mistefa Hec Ûsiv daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got "Duh bişev 51 roket avêtin navçeya Xan Şeyxûnê ku dikeve başûrê rojhilata Îdlibê. Di êrîşê da 4 sivîl hatin kuştin. Jin û zarok jî di nav da 6 sivîl birîndar bûn."
Hêzên rejimê duh li Morîka navçeya Hamayê ku dikeve nav sînorên "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê", li navendeke Parastina Sivîlan xistibû û xebatkarek hatibû kuştin.
Di êrîşên hêzên rejimê yên li ser "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" da ji serê salê vir va herî kêm 121 sivîl hatin kuştin û ji 348yan zêdetir sivîl jî birîndar bûn.
Hêzên rejimê digel mutebaqata Soçiyê ya ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ji bo ku agirbesta li Îdlibê xurt bikin hat îmzekirin navber neda êrîşên xwe.
Mixalifên eskerî jî di 10ê cotmeha 2018an de li gor mutebaqata Soçiyê çekên xwe yên giran ji herêmê paşve kişandibûn.