Elif Orhan
02 Îlon 2016•Rojanekirin: 03 Îlon 2016
HAMA
Balafirên şer ên rejimê êrîşê konvoya ku ji sivîlên ji pevçûnên li bakurê bajarê Hamayê direviyan pêk tê kir, di êrîşê de 25 kes mirin û 35 kes jî birîndar bûn.
Rayedarê parastina sivîl ê li Hamayê Huseyîn Fadî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê got ku balafirên rejimê li navçeya Soran a li bakurê Hamayê sivîlên ku ji pevçûnên di navbera mixalifan û hêzên Esed de reviyan bombebaran kir.
Fadî diyar kir ku di êrîşa ser konvoya sivîlên ku hewl didan ku biçin herêma ewledar a li başûrê bajarê Îdlibê de jin û zarok jî di nav de 25 kes mirin, 35 kes jî birîndar bûn. Fadî da zanîn ku ekîbên parastina sivîl midaxaleyî gelek wesayîtên ku di bombebaranê de şewitîn kirin û da zanîn ku birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên sahrayê yên li herêmê.
Li Sûriyeyê mixalifan di 29ê tebaxê de li çolwara bakurê bajarê Hamayê ya li herêma navîn a welêt dijî hêzên rejimê operasyon dabû destpêkirin. Di roja ewil a operasyona ku yekîneyên Cundu'l Eqsa, Artêşa Nasir û Artêşa El Îzzeyê beşdar bûn de navçeya Xalfayayê, bajaroka Masasneyê û gundê Buweydeyê, di roja duyemîn de navçeya Taybetûl Îmam ji rejimê hatibû sitandin, herî dawî jî navçeya Soran ji hêzên Beşar Esed hatibû xilaskirin.