HELEB
Sûriyeyiyên ji ber şer û pevçûnên ku ev nêzî 5 salan e li welatê wan didome reviyan xwestin nêzî Tirkiyeya wek "bendera ewlehiyê" dibînin bin xwe spartine Azeza bajaroka Helebê û bi alîkariya saziyên alîkariyê yên navneteweyî jiyana xwe didomînin.
Li Sûriyeyê nêzî 5 sal berê şerê navxweyî dest pê kir û sûriyeyiyên ji ber şer û pevçûnê reviyan û yên ku hê jî direvin xwe dispêrin bajaroka Azezê. Sûriyeyî wê derê ji xwe re wek "stargeh" dibînin.
Di salên ewil ên şer de kesên xwe spartibûn Azezê di bin dar û deviyan de diman. Saziyên alîkariyê yên li Tirkiyeyê di serî de ji çar aliyê dinyayê saziyên alîkariyê ewilî li bajarokê konbajar ava kirin û mexdûrên şer di wan konan de bi cih kirin.
Li Azezê piştî ku hejmara sûriyeyiyan zêde bû gelek pirsgirêkên nû jî derketin holê. Zivistanê ji ber heriyê, havînê jî ji ber toz û dû di nav xelqê li wê derê de nexweşî peyda bûn.
Saziyên civakî yên alîkariyê ji bo sûriyeyiyan xebatên xwe didomînin. Li wê derê ji bo serîşûştin û beravê bîrên avê hatine vekirin û ji bo şert û merc baş bibin hewl û xebat didomin.
Di serî de Weqfa Alîkariya Mirovahî ya Maf û Azadiyên Mirovan (ÎHH) û Qatar alîkariya bo xelkê li wê derê ne dikin didome. Hejmara konteynirbajaran ên li wê derê derketin 4an û li wê derê nexweşxane, dibistan, mitbex jî hene.
ÎHH dixwaze di demeke kurt de li wê derê 10 konteynirbajarên nû jî ava bike û şert û mercên jiyanê ji bo sûriyeyiyên li Azezê ne çêtir bike û bi vê armancê li benda xêrxwazan e.