YE û DYA plan dike ku xaza siruştî ya ku ji Hewzeya Şahdeniza Hazarê ya li Azerbaycanê derdikeve, bi rêya Şaxa Xaza Başûr li ser Tirkiyeyê re bibe Ewropayê ku ji aliyê vejenê ve ji dev û diranê Rûsyayê derkevin. YE û DYA vê planê wek projeyeke girîng dibînin.
Berdevkê Gunther Oettîngerê endamê berpirsiyarê vejena Komîsyona Ewropayê Nîcole Bockstaller daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku armanca Şaxa Xaza Başûr ew e ku herî kêm 10 milyar mêtrekup xaza siruştî bi awayekî rêk û pêk ji Behra Hazarê bîne Ewropayê. Ji bo vê jî divê pergala neqilkirinê ji nû ve bê çêkirin û ev pergal jî di projeyekê de bibe yek.
Di vê projeya tê plankirin ku di 5 salan de biqedînin de girîngiya Herêma Kurdistana Iraqê jî zêde dibe. Lewra tê plankirin ku Îsraîl, rêvebiriya Qibrîsa Başûr ya Rom, Tirkmenistan û Herêma Kurdistana Iraqê wek peydakerê xazê tevî nav projeyê bikin.