12 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2015
MOSKOVA
Lêkolînerê Biqidem ê Enstîtuya Analîzên Pergala Akademiya Zanistê ya Rûsyayê Dr. Andrey Pîontkovskî diyar kir ku mişteriyê nefta DAEŞ difiroşe Esed e û saziyên ûris jî di vê yekê de navbeynkariyê dikin û wiha pê de çû: "DAEŞ nefta xwe difiroşe Esed, şirketên ûris jî di vê pêvajoyê de cih digirin û ji xeynî vê jî Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê jî bi ''bincilkirina dîplomatik' li vê yekê xwedî derdikeve."
Pîontkovskî li Moskovayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir îdiaya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ya der heqê firotina nefta DAEŞê ku pê Tirkiyeyê sûcdar dikir bi daxuyaniya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê 'Ew tirên neft tê de bûn yên me ne' pûç bû.
Pisporê ûris got ku rêveberiya Moskovayê dixwaze bi wan îdiayên bazirganiya nefta DAEŞê ku pê Tirkiyeyê sûcdar dike ser têkiliya 'Esed û DAEŞê' bigire.
Pîontkovskî ragihand ku Rûsya di operasyonên hewayî yên li Sûriyeyê pêk tîne de hema bêje qet li DAEŞê naxe û êrîşî ser muxalifan dike û wiha dewam kir: "Wisa xuya dike ku em ji bo têkoşîna bi DAEŞê ne li wê derê ne. Li vê derê berjewendiya di navbera Esed-DAEŞ-Pûtîn de derket holê. Wisa xuya dike ku ev di heman demê de him şirîkatiya jeopolîtîk him jî bazirganiya neftê bi hev re dikin. Ev yek Rûsyayê di çavê dinyayê de dadixe asteke zor û zehmet. Em çima esker û serbazên xwe dişînin Sûriyeyê, gelo ji bo bi DAEŞê re bazirganiyê bikin dişînin?"
- "DAEŞ nefta xwe difiroşe Esed û saziyên ûris jî di vê heyamê de cih digirin"
Lêkolînerê Biqidem ê Enstîtuya Analîzên Pergala Akademiya Zanistê ya Rûsyayê Pîontkovskî got ku niha ew jî li ser bazirganiya nefta di navbera DAEŞ û Esed de tê kirin hin maqaleyan dinivîsîne, xebatan dike û bi bîr xist ku beriya DYAyê rojnamegerê ûris Aleksey Venedîktov di 21ê mijdarê de ragihandibû ku kiryarê nefta DAEŞê Esed e lê çapemeniya ûris eleqe nîşanî vê mijarê neda û wiha dewam kir: "DAEŞ nefta xwe difiroşe Esed, şirketên ûris jî di vê pêvajoyê de cih digirin û ji xeynî vê jî Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê jî bi ''bincilkirina dîplomatik' li vê yekê xwedî derdikeve."
- "Bi hinceta têkoşîna bi DAEŞê armanc xilaskirina rejima Esed e"
Beriya êrîşa terorî ya ku li Parîsê qewimî Fransayê bi operasyonên hewayî êrîş biribû ser derên nefta DAEŞê yên li Sûriyeyê û Rûsyayê jî ev yek rexne kiribû û Pîontkovskî ev yek jî bi bîr xist û got: "Rûsya li Sûriyeyê ji bilî DAEŞê li herkesî dixe. Armanca Rûsyayê ya li Sûriyeyê eşkere ye. Bi hinceta têkoşîna bi DAEŞê armanc xilaskirina rejima Esed e. Ewê li Sûriyeyê koka muxalifan bîne û dinyayê bi Esed û DAEŞê re rû bi rû bihêle ji herduyan yekî wê bide qebûlkirin. Tirkmen jî bi rejima Esed re şer dikin û tu têkiliya wan û DAEŞê tuneye. Pûtin ne ji ber ku ew tirkmen in, lê ji ber ku muxalifê Esed in wan dide ber bombeyan."