22 Mijdar 2015•Rojanekirin: 22 Mijdar 2015
BAYIRBUCAK
Tirkmenên li Bayirbucakê dijîn û ji hêla hêzên Esed û yekîneyên rûsan ve rastî êrişan tên malên xwe terk kirin. Tirkmenên ku ev 2 hefte ye herêma wan tê bombekirin, hin tişt û heywanên xwe hildan û li ser sînorê ku nêzîkî Tirkiyeyê kon vegirtin.
Bi hezara tirkmen ji ber êrîşan xwe spartin herêmên ewledar yên nêzîkî Tirkiyeyê û li wir di nav şert û mercên nebaş te hewl didin ku bijîn.
Um Mihemedê ku ji ber êrîşên rûsan gundê xwe terk kiriye û li herêma biewlehî dijî, ji nûçegihanê AAyê re wiha got: "Balafirên rûsan tên êrîşî me dikin û diçin. Ji hewayê balafir, ji bejayî leşker êrîşî me dikin. Em êdî li ber xwe nadin. Me 3 caran cihên xwe guherand. Em naxazin terka axa xwe bikin, lê em mecbur in."
- "Fuze wek baranê li ser me de dibariyan"
Xelîl Ebu Omer jî der barê êrîşan de wiha axivî: "Fuze wek baranê li ser me de dibariyan. Em nikaribûn li cihê xwe bisekinin. Min û malbata xwe me xwe sparte konbajarê û em hewl didin ku ji xwe re konekî vegrin. Bila gelê tir sax be ji me re konan dişîne."
- "Leşkerên rûsan hindik ma çiyayê Tirkmenan bi dest bixe"
Ebu Ubeydeyê ku bi derfetên xwe ve hatiye konbajarê jî wiha got: "Leşkerên rûsan hindik ma çiyayê Tirkmenan bi dest bixe. Ew nêzîkî Kizildag û Kesebê bûn."
Munîr Muslumê ku ji yek tirkmenê ji Bayirbucakê ye jî wiha got: "
"Balafirên rûsan duh şev êrîşeke mezin li dar xistin. Me jin û zarokên xwe di saet 02.00an de anî û em li vir jî li ser cînaran bûn bar. Cihê me tune. Xwedê ji wan razî be konek dane me. Baran dibare, hewa sar e, betaniye, xwarin, vexwarin û çekên me tune. Em alîkariyê dixwazin."