Ahmet Aydın
08 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2016
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Rûsyayê biryarnameya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNSC) ya derbarê dawîlêanîna firîna balafirên leşkerî û ragirtina şer û pevçûnên Helebê veto kir.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNSC) ya ku ev 5,5 sale ji ber çaresernekirina şer û pevçûnên nav Helebê tê rexnekirin, vê carê jî bi sedema vetoya Rûsyayê xirbiqî.
Biryarnameya ku ji aliyê Frensa û Îspanyayê hat amadekirin û zêdetir ji 40 welatî piştevaniya wê dikir li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dengdana wê hatkirin.
Rûsyaya ku endamê hemîşeyî ye biryarnameya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNSC) ya derbarê dawîlêanîna firîna balafirên leşkerî û ragirtina şer û pevçûnên Helebê veto kir. Ji 15 welatan 11an dengê pesendiyê bikaranî û Venezuelayê jî red kir.
Çîn û Angola jî bê biryar man.
Cara 5an e ku Rûsya biryarê di vê çarçoveyê da red dike.