Türkan Tosun
18 Îlon 2018•Rojanekirin: 18 Îlon 2018
MOSKOVA
Wezareta Parastina Neteweyî ya Rûsyayê daxuyand balafira eskerî ya Ûris ya ku duh li Sûriyeyê ji radarê derket û winda bû ji hêla rejima Beşşar Esed va hat xistin.
Berdevkê Wezareta Parastina Neteweyî ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov li Moskovayê ji rojnamevanan ra daxuyand balafira eskerî ya Ûris Îl-20 ya ku tê da 15 esker hebûn û duh li ser Behra Spî ji radarê derket û winda bû ji hêla sîstema parastina esmanî ya S-200î ya rejimê va hat xistin.
Konaşenkov anî ziman ji ber êrîşên Îsraîlê yên li hember Sûriyeyê balafir hatiye xistin û wiha got: "Ji ber tevgerên Îsraîlê yên xelet 15 eskerên Ûris mirin. Ev rewş dijî hevkariya Rûsya û Îsraîlê ye."
Konaşenkov îdia kir balafirên şer ên F-16 ên Îsraîlê balafira Îl-20 a Rûsyayê ji xwe ra wek mertal bi kar aniye û ji ber ku Sûriyeyê dereng xebera êrîşê daye wext nemaye ku balafira Rûsyayê ji herêmê dûr bikeve.
- Şoygu: Berpirsyarî ya Îsraîlê ye:
Wezîrê Parastina Neteweyî ya Rûsyayê Sergey Şoygu di daxuyaniya xwe ya der barê mijarê da wiha got: "Berpirsyarê ketina balafira eskerî ya Ûris a li Sûriyeyê û mirina muretebatên wê Îsraîl e."
Ajansa nûçeyan a rejima Esed SANAyê duh şev daxuyandibû li Lazkiyeyê ji hêla kesên nasnameya wan nediyar va êrîşa fuzeyê li Saziya Endustriyê ya Teknîk hatiye kirin. Sîstema parastina esmanî ev fuze îmha kirine.