Muhammet Kurşun
27 Nîsan 2018•Rojanekirin: 27 Nîsan 2018
WASHINGTON
Hat ragihandin ku dê Wezîrê Derveyî yê Amerîkayê Mike Pompeo zeredanên xwe yên pêşî bo Bruksel, Riyad, Quds û Emmanê bike.
Gotebêja Wezaretê Heather Nauertê der heqê ziyaretên Pompeo de daxuyaniyeke nivîskî da.
Nauertê diyar kir ku dê Pompeo 26-30ê Nîsanê li Bruksel, Riyad, Quds û Emmanê be û dê 26-27ê NÎsanê digel Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re hevdîtinekê bike.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî van hevdîtinan dê Pompeo Siûdî Erebistan, Îsraîl û Urdinê ziyaret bike.